(Beyrût) – Human Rights Watch îro di Rapora Cîhanî ya 2026an de got ku hikûmeta veguhêz a Sûriyê di sala 2025an de gavên destpêkê avêtin da ku dadwerî û lêpirsînê ji bo sûc û binpêkirinên ku ji aliyê hikûmeta berê ve hatine kirin, misoger bike.
Desthilatdarên Sûriyê ji bo dadweriya veguhêz û eşkerekirina çarenivîsa bi hezaran kesên winda li Sûriyê, dezgehên hikûmî yên nû ava kirin. Lê her çende ku soza lêpirsîna tundûtûjiya li ser bingeha nasnameyê û kuştinên ji aliyê hêzên hikûmetê ve di Adar û Tîrmehê de hatiye dayîn jî, lê di derbarê rola berpirs û fermandarên payebilind de ti zelaliyek peyda nekiriye.
Adam Coogle, cîgirê rêveberê Rojhilata Navîn li Human Rights Watch got: "Desthilatdarên nû yên Sûriyê dadwerî û lêpirsîn ji xwe re kirine pêşanî, lê nabe ku ev hewl bijartî yan tekalî bin." Got jî: "Ji bo ku Sûriye ber bi serdemeke nû ya rêzgirtina li mafên mirovan ve bibin, divê rayedarên Sûriyê bi berferehî lêpirsîna binpêkirinên ji aliyê hemû aliyan ve berî û piştî Kanûna 2024an bikin, ne tenê sûcên takekesî, lê berpirsiyariya saziyan jî lêkolîn bikin."
Di Rapora Cîhanê ya 2026an a 529 rûpelî de, ku çapa wê ya 36emîn e, Human Rights Watch rewşa mafên mirovan li bêhtir ji 100 welatan dinirxîne. Di sergotara xwe de, Rêveberê Cîbicîkar Philippe Bolopion dinivîse ku şikandina pêla zordestiyê ya ku li cîhanê reng daye, ji bo vî nifşî tehddayek girîng e. Digel ku pergala mafên mirovan di bin gefên bêhempa yên rêveberiya Trump û hêzên din ên cîhanî de ye, Bolopion bang li demokrasiyên rêzdar ên mafan û civaka sivîl dike ku ji bo parastina azadiyên bingehîn hevpeymaniyek stratejîk ava bikin.
- Daxuyaniya destûrî ya di Adarê de serxwebûna dadweriyê piştrast kir, lê pêwîste hikûmet çarçoveyên sereke yên yasayî û saziyan ji bo darizandina tawanên navneteweyî yên cidî û çareserkirina berpirsiyariya fermandariyê peyda bike.
- Rayedarên hikûmetê bi komên civaka sivîl re li ser lêpirsînê civiyan û hikûmetê çend pisporên dadwerî di komîsyonên niştimanî yên erkdar de bicih kirin. Lê divê ew zelal bike ka qurbanî û aliyên peywendîdar dê çawa bi awayekî watedar di avakirin û beşdarbûna pêvajoyên lêpirsînê de cih bigirin.
- Belavkirina hêzên hikûmetê di sala 2025an de, li hember êrîş û tundûtûjiya çekdarî, li parêzgehên Laziqiye, Tertûs û Hemayê di meha Adarê de û li parêzgeha Siwêdayê di Tîrmehê de bû sedema pêleke tundûtûjiya li ser bingeha nasnameyê li seranserî wan herêman. Rayedarên Sûriyê bi awayekî pêbawer ev bûyer lêkolîn kirin lê di derbarê rola rêberên leşkerî yan sivîl ên payebilind de, an jî ka hikûmet dê çawa kesên xwedî desthilata fermandariyê bide lêpirsînê, ti zelaliyek zêde nedane xuyakirin.
- Di sala 2025an de, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê sizayên demdirêj ên li ser Sûriyê bidawî kirin, ku ev gaveke yekalîker bû ber bi baştirkirina gihîştina Sûriyan bo mafên bingehîn ên civakî-aborî, û nûavakirina welatekî ku ji ber şerê dijwar ê bi salan wêran bûye. Tevî vê yekê, zêdetirî 90% ji xelkê Sûriyê di bin hêla hejariyê de dijîn, û ji nîvê wan zêdetir ji bo bidestxistina xwarinê zehmetiyan dikişînin û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.
Pêwîste serkirdayetiya nû ya Sûriyê mafên bingehîn ên hemû Sûriyan di yasa û saziyên dewletê yên nû de biparêze, piştrast bike ku hemû hewldanên dadweriyê li gorî pîvanên mafên mirovan birêve biçin, û belge û peymanên navdewletî yên yasayî û mafên mirovan pesend bike û bicîh bîne.
Divê rayedar tevlî Statuya Romayê ya Dadgeha Sizayan a Navneteweyî (ICC) bibin û daxuyaniyekê pêşkêş bikin da ku desthilatê bibin ICC li ser tawanên berê. Divê rayedar hevkariyê bi mekanîzmayên lêpirsîna navneteweyî, di nav de yên Neteweyên Yekbûyî jî, xurtir bikin û destûra gihîştinê bide wan, û divê reformên ewlehiyê jî pêk bînin. Divê çekdarên destdirêjker ji hêzên xwe yên ewlehiyê derxin û rêbazên fermandariyê û rêziknameyên rêftariyê yên zelal bicîh bînin.